Rojava News - Efrîn: Leşkerên Artêşa Turkiye yên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakur`ê Kurdistanê 2 welatiyên Kurd yên li nêzîkî sînor bûn gule baran kirin û di encamê de herdû welatî birîndar bûn.
Li gor heman çavkaniyê, welatiyê Kurd Elî Elûş yê temen (46) salî ji gundê Şîlteht`ê ya navçeya Şeran ya Efrîn`ê gule baran kir û di encamê de Elûş ji lingê xwe birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve li gundê Dêr Siwan a navçeya Şeran ya Efrînê jî leşkerên Turk welatiyê bi navê Ehmed Husên yê temen (33) salî gule baran kirin û di encam de ew di lingê xwe de birîndar bû ku herdû welatî rakirin nexweşxaneya Avirîn a Efrînê.
