Xazir: DAIŞ hat agirbarankirin

Xazir: DAIŞ hat agirbarankirin

Rojava News : Berpirsê ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ragihand ku, bi hevahengî ligel fermandehiya wan, balafirên şer ên hevpemaniya navdewletî çend navendên DAIŞê li eniya Xazirê dan ber agir.

Muqedem Dilşad Mewlûd, Berpirsê ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 6:50ê êvarî balafirên şer ên hevpemaniya navdewletî li gundên Gezekan û Werdekê yên eniya Xazirê li çeper û navendên DAIŞê dan.”

Derbarê ziyanê DAIŞê jî, Muqedem Dilşad Mewlûd wiha got: “Jibilî kuştina hejmarek zêde ji çekdarên DAIŞê, çendîn navend û çek û otomobîlên wan hatin têkbirin.”

Wî berpirsê ragihandina Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî wiha domand: “Agahî ketine destê me de ku terorîstên DAIŞê li wan gundan mijûlî xwe amadekirinê bûn bû pêkanîna êrişekê li gundê Gezkanê, lê balafiran bi giranî li wan dan.”