Rojava News - Hewlêr: Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî ragihand ku, bi dest anîna destkeftekê girîng e lê parastina wê giringtir e. Herwiha da zanîn ku, ti carî wek niha derfet ji ragihandina Dewleta Kurdistanê re nehatiye, bo mînak Iraq û Sûriye wek welat nemane û Tirkiye û Îran pirsgirêkên wan hene.
Di çarçoveya bîranîna vêxistina Şoreşa Gulanê de, li Hola Qazî Mihemed ya bajarê Hewlêrê, merasîma pêşwazîkirin li hezar û 9 xortên niştiman ku nû hatine nav PDKê, birêve çû.
Fazil Mîranî di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û derbarê wê şoreşê wiha got: “Şoreşa Gulanê canê şoreşgîriyê di dilê kurdan de zindî kir û pêşanî neyaran da ku pêwîstiya PDKê bi pênasekirinê tune ye. Ji ber ku di nava Kurdistanê û li cîhanê jî tê naskirin ku PDKê bo li dijî zilm û zordariyê ye û xwe di nava Şoreşa Gulanê de dît, ku me xwest miletê xwe rizgar bikin û mafê neteweyî bi dest bînin.”
Mîranî ragihand: “Dema Serok Barzanî çû Urdin û ala Kurdistanê bilind kirin wek destkefteke mezin bû, lê bi destanîna destkeftekê girîng e lê parastina wê giringtir e, niha erkê me û kadirên PDKê ji erkê wan kesên ku ev destkeft ji me re bidest anîn, girantir e.”
Fazil Mîranî wiha domand: “Emê bi himet û berxwedana Pêşmergeyên qehreman û miletê xwedî helwest û siyaseta Serok Barzanî serfiraz dijîn.”
Derbarê mafê çarenivîsiyê jî, Sekreterê Polîtburoya PDKê wiha got: “Ti carî wek niha derfet ji ragihandina Dewleta Kurdistanê re nehatiye. Mafê her miletî heye ku daxwaza mafê çarenivîsiya xwe bike, ku yek ji mafê mirov e. Em behsa mafê çarenivîsa xwe dikin, me negotiye em cuda bibin, lê belê emê biryarekê bidin ku behsa referandûmê dike. Piranya welatên navçeyê dema ragihandina dewletê şerê me nakin, ji ber ku berjewendiya me bi hev re ye, lewma ew ne amade ne ku li dijî vê pirsê derkevin.”
