Amerîka hevkarî û hevpeymaniya xwe ligel Herêma Kurdistanê dupat kir

Amerîka hevkarî û hevpeymaniya xwe ligel Herêma Kurdistanê dupat kir

Rojava News: Li gorî raporeke rojnameya The Huffington Post, di dema serdana Serok Barzanî bo Amerîkayê, wî welatî hevkarî, dostayetî û hevpeymanetiya xwe bo Kurdistanê dupat kir.

The Huffington Post piştî serdana Serok Barzanî bo Amerîka, hevpeyvînek ligel Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman li ser girîngiya serdana Serok Barzanî bo Amerîkayê pêk anî û tê de Besan Samî gotiye ku, serdana Serokê Herêma Kurdistanê dubare û çendbare dupatkirina wê hevpeymaniya bihêz a di navbera Amerîka û Kurdistanê de heye.

Di beşekî dinê vê hevpeyvînê de, Beyan wiha got: “Îro em û Amerîka mil bi milê hev şerê DAIŞê dikin, ku di wî şerî de Amerîka rênmayiyên hewalgîrî û êrişên asmanî gellekî girîn pêk tine û herwiha Pêşmerge jî li ser erdê ku estûreya DAIŞê şikandine û pêwîst e ku ez wê yekê jî bêjim ku Pêşmerge çalaktirîn hêza bejayî ye li dijî DAIŞê li Rojhilata Navîn.”

Wê raporê herwiha behsa serkeftina Herêma Kurdistanê jî dike ew jî li piştî dagîrkirina Iraqê û bi nêrîna wê, di wî welatî şikestî de, Kurdistan herêmeke pir asayiş û aramî ye û pêgeheke girîng a aborî ye.

Herwiah Beyan Samî amaje bi mêrxasiya Hêzên Pêşmerge û siyaseta dirust a Herêma Kurdistanê da ku Pêşmerge kariye piranî û wan hemû navçeyên xwe ji destê DAIŞê derxîne û tevî wî şerî jî, bi hezaran koçber hewandine.