Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê Amerîkayê yê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de, derbarê hevkariyên Amerîkayê yên bo Hêzên Pêşemrge û herwiha hevkarî kirina Kurdistanê boku bikarêbe baştir hevkariya ev hijmara zêde ya penaberan bike yên ku hatine Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku hevkariyên Amerîkayê yên bo Kurdistanê bidomin.
Di hevdîtinê de heyeta Amerîkayî behsa serdana vê dawî yê Serok Barzanî bo Amerîkayê û civînên vî yên li gel rayedarên Amerîkayê kir.
Pişt re behsa rewşa dawî ya Iraq û operasiyonên leşkerî û hevkariyên Amerîkayê yên bo Îraq û Kurdistanê hate kirin û heyeta Amerîkayî tekez li ser vê yekê kir ku vê hevkariyên Amerîkayê yên bo hêzên Pêşmerge bidomin û di dema serdana Serok Barzanî de bo Amerîkayê jî behsa vê babetê hatiye kirin.
Di beşeke din ya axaftinên xwe de heyeta mêwan behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û ev kêşeyên ku di warê bûdceyê de derketine kir û piştgîriya xwe bo proje qanûna bûdceya sala 2015an ya Iraqê diyar kir.
Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya serdana heyeta Amerîkî û herwiha şîrove kirina heyetê derbarê serdana Serok Barzanî bo Amerîkayê kir û herwiha spasiya Konsulusxaneya Amerîkayê jî kir ku kariye bernameyeke baş bo ev serdana han amade bike.
Derbarê hevkariyên Amerîkayê yên bo Hêzên Pêşemrge û herwiha hevkarî kirina Kurdistanê boku bikarêbe baştir hevkariya ev hijmara zêde ya penaberan bike yên ku hatine Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku hevkariyên Amerîkayê yên bo Kurdistanê bidomin.
Derbarê peywendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku her ji destpêkê ve heta niha helwesta Kurdistanê ew bûye ku girêdayî rêkeftin û peymanên îmzekirî be û erkê xwe cîhbicîh bike û heta niha jî erkên xwe bi başî cîhbicîh kiriye.
