Rojava News : Wezareta Îtilaatê (sîxuriyê) ya Îranê ragihand, “tîmek terorîstî” li Rojhilatê Kurdistanê girtine ku dixwestin aloziyên vê dawiyê yên Mehabadê “dîsa gurr” bikin.
Li gorî malperên nêzîkî Wezareta Îtilaata Îranê, duh li bajarê Mehabadê komek 4 kesî ji aliyê sîxurên wan ve hatine girtin.
Wan çavkaniyan îdia kirine ku wê tîmê xwestiye bûyera mirina karmenda hotêl Tara ya bajarê Mehabadê, Ferînaz Xusrewanî bikar bîne û aloziyê derxîne.
Li gorî wan agahiyan, ew kesên ku hatine girtin endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne ku “ji derve” derbasî nav Îranê bûne.
Tê zanîn, roja 7ê meha Gulana îsal, li bajarê Mehabadê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina mirina bi guman a karmenda hotêla Tara ya Mehabadê, Ferînaz Xusrewanî hatibû lidarxistin. Di wê xwepêşandanê de beşek ji hotêlê hatibû şewitandin û bajar aloz bibû.
Rayedarên Îranê ew alozî avêtibûn stûyê partiyên Rojhilatê Kurdistanê û îdia kiribûn ku wan partiyan xwestine bûyereke civakî bikin siyasî û jê sûd werbigirin.
Nayê zanîn ka endamên kîjan partiya Rojhilatî hatine girtin lê herî dawî partiyên Demokrat ên Rojhilatê Kurdisanê hêzên xwe şandibûn ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û ragihandibûn, qesta wan ji vê yekê ew e ku di navbera xwe û alîgirên xwe yên Rojhilatî de pêwendî çêbikin.
