Fermanderekî PAK : Îran fişarek mezin durûst dike ta ku em ji beryên

Fermanderekî PAK : Îran fişarek mezin durûst dike ta ku em ji beryên

Rojava News: Endamekî fermandariya giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê PAK behsa hewldanên Îtlaatî(xuxaberat)ên Îranê dike ku gefê li Pêşmerge dikin da ku wek poşîmaniyê ragihînin li eniyên şer de paşde vekşin.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyê PAK “Şemal Pîran” di daxuyaniyekê de ji BasNews re ragihand: Komara Islamiya Îranê ne razîne ji ber ku em di sengerên şer de ne, lewma dest bi komek pilan kiriye ji bo ku Pêşmergeyan ji bereyên şer dûr bixe, lewma di rêya telîfonê re rasterast bi pêşmergeyan re diaxifin û dihêlin ku belê li ser çend tiştekî bidin, û gefê li malbatê wan pêşmergeyên ku niha li eniyê şer dene dixun û bidûve hinek ji endamê malbatên Pêşmergeyan dişînin cem wan ji bo ku wan poşîman vegerînin Îranê û got jî: “Îran fişarek mezin durûst dike ta ku em ji beryên şer vekşin”

Herwiha navborî ew jî eşkere kir: “Çend Pêşmerge bi vê sedemê vegeryane û heta niha jî fişarên Îranê berdewamin.”