Li başûrê Serê Kaniyê 2 teqîn encam dan.

Li başûrê Serê Kaniyê 2 teqîn encam dan.

Rojava News: Hejmarek mezin ji xelkên sivîl û şervanên Kurd bûne qurbanî.

 

Li rêbendek Yekîneyên Parastina Gel YPGê li başûrê Serê Kaniyê 2 teqîniyan rû dan û bi dehan birîndar û şehîd ketin.

 

Li gor zanyariya  3 Hizêranê 2 otombîlên bombekirî xwe bi rêbendek hêzên YPG ve li duriyana (Om Debis) 15 km başûrê Serê Kaniyê teqandin û bi wê sedemê hejmarek mezin ji xelkên sivîl û şervanên Kurd bûne qurbanî.

 

Herwiha; heta niha hejmara qurbaniyan eşkere nebûye û ew navçe ji aliyê hezên ewlehiyê hatiye dorpêçkirin û hejmarek mezin ji otombîlên ampûlansê çûne wî gundî.

 

Li gorî zaniyariyên seretayî 2 çekdarên tundirewê ser bi DAIŞê ve ew her du otombîlên bombekirin teqandine.