Rojava News: Şervanên Kurd û hêzên ligel wê di Volkana Feratê de êdî li sînorê parêzgeha Reqayê şerê çekdarên DAIŞê dikin. Herwiha li herêma Girê Spî jî berê xwe dane bajarokê Eyin Îsê.
Li gor zanyariyan “Hêza Volkana Feratê li sînorê parêzgeha Reqayê şerê çekdarên DAIŞê dikin. Niha li herdu aliyên riya Rodko ya navdewletî di navbera Heleb û Hesekê de şer dikin.”
Girê Spî dikeve navbera Herêma Cizîrê û ya Kobanî de û ev çend roj in hêzên Vokana Feratê, ku şervanên YPGê jî di nav wan de ne, li herêma Girê Spî li dijî çekdarên DAIŞê di şerekî giran de ne. Di wî şerî de balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî pişta hêzên Volkana Feratê digirin.
Herweha Hêzên Volkana Feratê nêzîkî bajarokê Eyin Îsê bûne, nêzîkî 10 – 15 km nêzîkî gundê Ebû Sirê ne û li wir pêşve diçin.
Hemendemê jî li gundewarên herêma Girê Spî jî şer berdewam dike, ku niha li rojhilatê gundê Cirin, ku gundekî stratejîk e, şer diqewime.”
