PAKê êrişên li ser HDPê şermezar kirin

PAKê êrişên li ser HDPê şermezar kirin

Rojava News: Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik bûyerên li Erzîrom û Çewlîê yên li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şemerzar kirin.

 

Beriya du rojan li bajarê Çewlîg a Bakurê Kurdistanê êrişî otomobîla hilbijartinê ya HDPê a welatiyên bi navê Hemdullah Oge dihat ajotin êriş lê hatibû kirin. Hêzên ewlehiyê termê ajovanê otomobîlê Hamdullah Oge bi qasî 50 metrî dûrî otomobîlê di nav dolekî de dîtibûn.

 

Herwiha duhî jî li bajarê Erziromê, beriya mîtînga HDPê  komek kesên ku ala Tirkiyeyê hildabûn alozî derxistibûn û hewl dabûn welatiyê bi navê Aydin Taşkesen bi wesayîta wî bişewitînin. Di encamê de Taşkesen bi giranî birîndar bû û niha li nexweşaneyê tê dermankirin.

 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik li ser van bûyeran daxuyaniyek da. Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:

 

“Êrîşên ku li Çewligê û li Erzîromê li hemberî HDPê hatine kirin, bi destên xêrnewazên ku li dijî azadîyê û demokrasîyê , hatine kirin. Me berîya vê jî gelek caran provokasyon û êrişên bi vî rengî dîtine.Yên van êrişan didin kirin, hêzên tarî ne.”

 

Di daxuyaniya de ew êriş wekî nîjadperestî hat nirxandin û bo HDP û malbata Oge wiha hat gotin: “Em wan êrişan rûreş dikin, şermezar dikin. Sersaxîyê ji malbata Hamdullah Oge û ji HDPyîyan re dixwazin. Ji bo Aydın Taşkesen jî saxî û şîfayê dixwazin.”