Rojava News: Roja pêncşema borî li bajarê Amsterdamê yê Holendayê, pêşmergeyekî xwebexş di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, ku biryar bû vê hefteyê dîsa vegeriyaba Başûrê Kurdistanê.
Ron Holendî, meha Cotmehê ya par tevlî Hêzên Pêşmerge bûye û di çend operasyonên Pêşmerge li eniya Zûmarê ya nêzîkî Mûsilê de beşdar bûye.
Berpirsê hêza ku wî xwebexşî tê de şer dikir, Serdar Doskî ji Rûdawê re ragihand: “Ron Holendî bo bêhnvedanê çûbû welatê xwe û biryar bû di vê hefteyê de vegeriyaba Kurdistanê.”
Serdar Doskî wiha got: “Mixabin Ron di qezaya tirafîkê de jiyana xwe ji dest da. Tevî ku ew kesekî biyanî bû, lê dîsa di şer de roleke berçav dilîst.”
Doskî wiha domand: “Di çend rojên bê de, emê merasîmeke taybet bo Ron Holendî lidar bixin û rojên wî yên li Kurdistanê bi bîr bînin.”
Di şerê li dijî DAIŞê de, hejmareke xwebexşên biyanî di nava Hêzên Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê û şervanên YPGê li Rojavayê Kurdistanê de şer dikin.
