RojavaNews-Amûdê: Duh 06.06.2015 asayîşa PYDê 4 kes ji malbata Qirno li bajarokê Amûdê girtin.
Mezlûm Qirno ji RojavaNews re ragihand ku asayîşa PYDê biguleyan dane ser pişta Aldar Qirno yê 12 salî û hewla girtina wî jî kirin, lê Qirno bi Matora xwe karîbû xwe rizgar bike û bighîne malê.
Qirno herwisa da zanîn ku dema Aldar gehişt e malê, çekdarên PYD ê li ser mala wan de giritin û li wî xistin. Dema bav û birê wî derketin û ji çekdaran pirsî, çima hûn lêdidin? Çekdaran bitûndî bersva bavê wî dan û gotin em dikarin wî bikujin jî.
Qirno piştrast kir ku PYDê piştî nîv seetê carekî din bi 5 otombêlên çekhilgir li ser mala wan de girtin û Aldar, bav , birê wî yê mezin û pismamê wî Rodî girtin.
Qirno dawiya gotina xwe de got:" mamê min û herdû pismamê min hêjî li rex PYDê girtîne".
Bahoz Rojavayî
