Rojnameyên navdewletî li ser serkeftina HDP çi nivîsî ne?

Rojnameyên navdewletî li ser serkeftina HDP çi nivîsî ne?

Rojava News: Rojnameyên navdewletî bi girîngî li ser encamên hilbijartinên Tirkiyê nivîsî ne, rojnameyek jî dinvîse ku “kurd pêşde diçin.”

 

Piştî ku duh, 7ê Hezîranê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) karî ji sedî 13.04 bidest bixe, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî 40.80 bidest xist û êdî nikare bi serê xwe hikûmetê pêk bîne.

 

Rojnameya “Times” a brîtanî di raportekê de bi navê “Kurd pêşde diçin û Erdogan dûr dixin” ligel wêneyên ahenggirtina alîgirên HDP, ronahiyê dixe ser serkeftina partiya navborî de.

 

Ji aliyê xwe ve, rojnameya “The Guardian” di babetekê de hilbijartinên 7ê Hezîranê bi “Hilbijartinan Eerdogan riswa kirin” binav dike.

 

Herwiha “The Guardian” di wê babetê de ragihandiye ku, di van hilbijartinan de Erdogan û partiya xwe rastî şikesteke mezin hatin, dê niha jî neçar be li hevpeymanekî ji bo pêkanîna hikûmetê bigere.

 

Di sala 2000an de AKP hatiye ser desthilatê, ji wê demê ve bi serê xwe hikûmet pêk dianî, lê piştî ku bo yekemcar HDP wek partî derbasî hilbijartinan bûn, karî wê desthilata rewa ya AKP sînordar bike.

 

Di van hilbijartinan de encam bi vî awaî bûn: AKP 40.80, CHP 25.02, MHP 16.35 û HDP 13.4.

 

Erdogan di van hilbijartinan de hemû hewldanên xwe kirin, da ku 330 kursiyê parlementoyê ji AKP re misoger bike, lê ew hêviya Erdogan pêk nehat, tenê partiya wî jî nikarî 267 kursiyan bidest bixe, ji bo ku wek salên borî bi serê xwe hikûmetê pêk bîne.