Rojava News: Ji bo ji nûavakirina bajarê Kobanê herweha ji bo rewşa Kobanê ya mirovî , xwecihiya Kobanî ya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi şandeke Almanî re li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê civiya .
Endamê xwecihiya Kobanî ya ENKSê “Mislim Mihemed” ji ARKê re ragihand : “Di civînê de şanda Almanî tekez kir ku Almanya xwe yek ji dewletên pêşiyê dibîne di ber dana alîkariyan ji bo ji nûavakirina beşên xizmetguzariyê li Kobanî .”
Herwiha şanda Almanî tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû aliyên siyasî û dezgehî li Kobanê( ENKS û Tev-Dem) û aliyên sivîl bi hev re alîkar bin .
Mihemed da zanîn : “Di wê civînê de ENKSê hin projeyên girêdayî bi jinûavakirina beşên xizmetguzariyê, mîna gihandina av û elikitrîkê ji bo bajêr, herwiha avakirina nanpêj û xaniyan ji bo welatiyên Kobanî pêşkêşî şanda Almanî kirin .
