Li Girê Sipî 3 gundên din jî hatin rizgarkirin

Li Girê Sipî 3 gundên din jî hatin rizgarkirin

Rojava News: 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 2 otombîlên wan jî hatin rûxandin.

Nivîsgeha ragihandina hêzên Artêşa Şoreşgeran (yek ji aliyên oda operasyonên Volkana Feratê) ragihand ku hêzên wan çend gund li Girê Sipî ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin di dema ku şer û pevçûn gerimtir dibin li her du enyên başûr û rojhilatê Kobanê.

 

Di daxuyaniya xwede nivîsgeha navborî ragihandiye ku, Îro 10 Hizêranê “Hêzên odeya operasyonan ya Volkana Feratê gundên (Şiwêhan, Ebû Sira û Nehîta) ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin.”

 

Herwiha amaje bi wê yekê jî kirin ku: “7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin  û 2 otombîlên lêşgerî jî hatin rûxandin yek ji wan çekê Doşka li ser bû û di encama wî şerî de jî 3 şervanên Volkana Feratê jî hatine Kuştin.”