Rojava News: Viyan Dexîl xelateke cîhanî derbarê mafên mirovan de werdigre û dibêje ku ew dê berdewam be li ser bergirîkirin li mafên “hemû iraqiyan.”
Bi amadebûna çendîn kesayetiyên navdar û çalakvanên mafên mirov li Viyêna ya paytexta Nemsayê (Austria) xelata (Bruno Kreisky) bi parlementera kurd a êzdî li Parlementoya Iraqê Viyan Dexîl hat pêşkeşkirin.
Piştî xelatkirin, Viyan Dexîl di gotarekê de kêfxweşî û şanaziya xwe bi wê xelatê anî ziman û got: “Alîkarîkirina her mirovek ku rûbirûyê zilm û sitemê hatibe, xweşiya rasteqîne ye.”
Dexîl tekez kir ku, ew dê berdewam be li ser bergirîkirin li mafên mirov bi giştî û mafê iraqiyan bi hemû pêkhat û ol û neteweyan bi taybetî.
Xelata (Bruno Kreisky) taybete bi warê bergirîkirin li mafên mirov, di merasîmê de balyozê Iraqê li Nemsayê û revenda iraqî û kurdistanî jî amade bûn.
Xelak ji aliyê Serokê Encûmena Rêxistina Bruno Kreisky bi Viyan Dexîl hat pêşekşkirin.
Xelat her du salan carekê bi çalakvanekî bergirîkar li mafên mirov tê pêşkeşkirin.
