Çekdarên El-Feth hin navendên Artêşa Sûriyê têk birin

Çekdarên El-Feth hin navendên Artêşa Sûriyê têk birin

RojavaNews : Piştî kontrolkirina parêzgeha Idlibê, hêzên dijberiya sûrî nêzîkî herêma peravê dibin, ku ew bi xwe şûnwarê niştacîbûna malbata Esed û piraniya alîgirên wî ye, herwiha ew bi nerîna hin şirovekarên leşkerî, kilîta kontrolkirina Şamê ye jî. Êdî wiha Bereya Peravê di navbera hêzên dijberiya sûrî û hêzên Artêşa Sûrî de germ dibe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Artêşa El-Fetih gellek baregehên Artêşa Sûriyê têk birin û nêzîkî herêma peravê bûye.

Li gorî çavdêrên leşkerî û siyasî, ev rewşa nû metirsiyekê li ser desthilata Sûrî û alîgirên wê dirust dike, bi taybetî piştî ketina Idlibê ku weke hêla berevaniyê bû ji wê herêmê re.

Bi mebesta parastina herêma peravê jî, Artêşa Sûrî ya fermî hewl dide navçeyên herdu çiyayên tirkmen û kurdan têxe bin kontrola xwe, di demekê de ku ev herdu çiya ji aliyê nêzîkî sînorê Tirkiyê ve di bin destên hêzên opozisyonê de ne.

Li gorî ragihandina dijberiya sûrî, desthilata sûrî nema dikare navçeyên alîgirên xwe jî biparêze. Êdî wan destên xwe danîne ser Girê Sirêtil li bereya Kumta Nebî Yûnis ku nema artêşa sûrî dikare wê deverê biparêze.

Girîngiya vê xalê ji wê yekê tê ku ew dikeve navbera bajarê Slinfê li derdora Laziqiyê û gundewarên rojavayî Hemayê, li Deşta El-Xab, ku rê bi ser aliyê peravê ve xweş dike.

Serkirdeyê Hêza Erkên Taybet ji hêzên dijbereyê Ehmed Hemze tekez kir ku rejîm li bereya Nebî Yûnis yek metreyê pêş neketiye.

Navborî nîşan bi wê yekê da ku yek ji sedemên serketinên wan ew e ku piraniya şervanên wan ji nişteciyên derdora Laziqiyê ne û ew wan herêman baş dinasin, lewma ew dikarin serketinan bidest bixînin.

Bi germbûna Bereya Peravê re, Artêşa El-Fetih hewl dide bajarên Laziqiyê, Tertûs, Ceble, Qirdaha û navçeyên alîgirê desthilata sûrî dorpêç bike û têxe bin destê xwe. Di heman demê de navbirrînê di navbera wan  û Şamê de pêk bîne.