Kongreya ENKSê hat paşxistin

Kongreya ENKSê hat paşxistin

Rojava News: Encumena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê kongreya xwe ya sêyemîn  ku biryara bû 11-6-2015an hatiba lidarxistin lipaş xist.

 

Derbarê vê yekê de Şemdîn Nebî Endamê Emîndariya Giştî ya Encumena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê ji malpera ARA News re got:”Sedema paşxistina kongreya ENKSê ew bû ku hin serkirdeyên partiyên encumenê ne amade ne, ji ber ku li kongerya Qahîra ya Opozîsyona Sûriyê amade bibûn û dê ji bo çend rojên din were paşxistin heta ku ew serkirdeyên partiyan vegerin bajarê Qamişlo.”