AMED: Ji partiyên kurd yek helwest

AMED: Ji partiyên kurd yek helwest

Rojava News: Li Bakurê Kurdistanê partiyên kurdî dê sibê derbarê bûyerên li Amedê de daxuyaniyek hevpar bidin.

Ofîsa Çapemeniya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand dê sibe ligel partiyên kurd derbarê bûyerên Amedê de daxuyaniyek hevbeş bidin.

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin:

“Ji bo şermezarkirina provokasyonên ku li Amedê tên kirin ji alîyê PAK, HAK-PAR, PDK-T, PDK-Bakûr, Lijna Însiyatîfe Yekîtiya PDKê ya Bakur sibe daxuyanîyeke hevbeş dê were dayîn.”

Herwiha di daxuyaniye de ji bo beşdarbûnê bang li xelkê Amedê hat kirin.

Hat gotin daxuyanî dê sibe saet 11:00ê li ber avahiya AZC Plazayê were dayîn