Rojava News: Li navçeya Şingalê, çekdarên rêxistina DAIŞê 2 êriş kirin ser çeperên û di encamê de şerekî pir giran derket.
Fermandarê Pêşmerge li Şingalê, Şêx Mecdel ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din saet 12 çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin û şer heta 01:30 sibehê berdewam kir.”
Şêx Mecdel wiha got: “Wan çekdaran saet 04:00ê sibehê dîsa êriş kirin û şer di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de 2 saetan dirêj kir, lê di herdu êrişan de ew dihatin şikestin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Di wî şerî de, zêdetirî 10 termên DAIŞê li cihê şer man û li gorî agahiyan Hêzên Pêşmerge 65 çekdarên wan kuştin. Herwiha 2 Pêşmerge şehîd bûne û 7ê din jî birîndar bûne.”
