RojavaNews : Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya di lêdwanekê de girtina 2 kadroyên xwe li bajarokê Tirbe Spiyê ji aliyê çekdarên PYDê şermezar kir û daxwza serbest berdana wan kir.
Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê di lêdwanekê de ragihand ku duh, derdora saet 1ê piştî nîva şevê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê êrîşî 3ê malan li gundê Dêrûna Qulingan ya bi ser bajarokê Tirbe Spiyê ve kir û her yek ji Fêsel Mihemed Neqîb endamê Komîteya Herêmî û endamê Komîteya Xwecihî yêbi navê Yûsif Mihemed Emîn Hisên girtin û ew berû cihekî nenas ve birin.
PDK-Sê amaje bi wî yekê kir ku çekdarên navborî di dema êrîşkirinê de kelûpelên di nava wan malan de jihevxistin û tirs xistin nava jin û zarokên gund e.
Polîtbîroya PDK-Sê bûyera girtina her du kadroyên xwe şermezar kir û daxwaz ji PYDê kir ku bi zûtirîn dem wan serbest berde û kiryarên li dijî kurdayetiyê yên ku dihêle Kurd li Kurdistana Sûriyê koçber bibin rawestîne.
