Ismaîl Hemê: Dê nêzîk kongreya ENKSê lidar bikeve

Ismaîl Hemê: Dê nêzîk kongreya ENKSê lidar bikeve

RojavaNews : Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê “Ismaîl Hemê” ji malpera "Pdk-s "got:” Sedemên lipaşxistina kongreya sêyemîn ya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê têknîkî bûn, ji ber ku hin sekretêrên partiyên encumenê li kongreya Qahîra amade bûn û dê di çend rojên bê de kongir bête lidarxistin.”

Derbarê amadekariyên kongir Hemê got:”Amadekariyên kongreya ENKSê dê nêzîk bidawî werin û bawer dikim ku hemû amadekarî dê di dema xwe de werin pêkanîn.”

Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê 11ê vê mehê dema kongreya xwe ya sêyemîn destnîşankiribû, lê ji bo demeke nediyarkirî hate lipaşxistin.”