Leşkerên Îranê şivanan jî qetil dikin

Leşkerên Îranê şivanan jî qetil dikin

Rojava News: Bi sedema gule reşandina rasterast a hêzên leşkerî ên Îranê li sînorê Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, ciwanekî Ciwanroyî ku sewalên xwe diçêrand in, hat kuştin.

 

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan (10`ê hezîranê), hêzên leşkerî ên Îranê li sînorê Kirmaşanê, hemwelatiyekî Kurd ê bi navê Xefar Mihemedî, xelkê gundê “Kilaş” ê Ciwanro, bi guleyan hedef girtin û di encamê de ew kuştin.

 

Li Gorî çavkaniyên herêmî ; wî welatiyê Kurd li devera lê hatî kuştin, şiwanetî dikir ku bi guleya hêzên hikûmeta Îranê hate kuştin.

Xefar Mihemedî xwedî du zarok bû. Ew piştî birîndarbûnê rakiribûn nexweşxaneyê û rojek binçavdêriya bijîşkî de mabû, lê bi sedema giraniya birînan, beriya niha bi çend rojan jiyana xwe jidest da.

 

Gorî bîlançoya ji destpêka buhara evsal heya niha, 11 kes bi gule reşandina rasterast a hêzên leşkerî ên Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin. ji wan 11 kesan, 5 hatine kuştin û 6 jê birîndar bûne.