Girûpeke çekdar li ser sînorê di navbera Sûdan û Lîbiyayê de 3ê malbatên ji Kurdistana Sûrî revandin

Girûpeke çekdar li ser sînorê di navbera Sûdan û Lîbiyayê de 3ê malbatên ji Kurdistana Sûrî revandin

RojavaNews : Çalakvanê siyasî Ibrahîm Muslim diyar kir ku girûpeke çekdar , 13.6.2015  li ser sînorê  di navbera Sûdan û Lîbiyayê de 3ê malbatên ji Kurdistana Sûrya  revandin , ku van malbatan berê xwe dabûne Lîbiyayê ku ji wir ber bi  Îtaliya ve biçin .

Muslim nîşan bi wê yekê da ku ev malbat  ji gundên Reqas û Keberbin yê bi ser Girê Sipî de ne û hejmara wan 13e kes in ku jin û zarok di nav wan de hene.

Muslim diyar kir ku wan çekdaran pêwendî bi malbatên wan ên ku hîn li Sûdanê ne kirin û daxwaza 35 hezar dolarî kirin ji bo rizgarkirina wan.

berya niha jî welatîk ji kobanê li ser  destê girûpeke çekdar li ser sînorê di navbera Sûdan û lîbiyayê  hatibû revandin,û biştî ku 2 hezar dolar dan wan çekdaran hat rizgarkirin.