Rojava News : Ajansa fermî ya Kuwêtê belav kir ku îro, 14ê Hezîranê, mîrê welêt Şêx "Sebah Ehmed Cabir Sebah" li koşka el-Sêf pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda ligel kir.
Li gor ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandi bû, dê Barzanî ligel rayedarên Kuwêtê pirsa şerê li dijî DAIŞê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Kuwêtê û rewşûa penaber û derbideran li Herêma Kurdistanê û çawaniya alîkarîkirina wan, gotûbêj bike.
Piştî serdana Kuwêtê, dê Barzanî serdana Îmarata Erebî bike, her du serdan jî li ser vexwendineke fermî ne.
Ji aliyek din ve Serokê Herêma Kurdistanê li cihê mayîna xwe li koşa Beyan pêşwazî li Serokwezîrê Kuwêtê Cabir Mubarek Ehmed Sebah kir.
Herwiha Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Karûbarê Dîwana Mîrî Nasir Sebah Ehmed Sebah jî kiriye.
Şanda ligel Serokê Herêma Kurdistanê pêk tê ji: Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên û Wezîrê Plandanan Elî Sindî û Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêmê Selahedîn Babekir û hejmarek şêwirmendên din.
