Efrîn : Leşkerên Tirkiyê welatiyekî Kurd kuştin

Efrîn : Leşkerên Tirkiyê welatiyekî Kurd kuştin

Rojava News: Li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê leşkerên Tirik welatiyekî din ji Kurdên Efrînê kuştin.

 

Hat zanîn ku leşkerên Tirik welatiyê Kurd “Xelîk Ebdulezîz” ji Efrînê di dema ku wî dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe kuştin piştî ku guleyek li sînga wî dan.”

 

 Welatiyên gundê Sewan li gundewarê Şeranê Xelîl Ebdulezîz ku temenê wî 38 sale veguhestin nexweşxaneya Afrîn lê ji ber ku xwîna wî gelek hate rijandin jiyana xwe ji dest da.”

 

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê rojane derbasî Bakurê Kurdistanê dibin bi mebesta peydakirina pêwîstiyên xwe yên rojane, lê gelek caran rastî guleyên leşkerên Tirik tên û gelek welatî li ser wî sînorî hatine kuştin û bi dehan jî hatine îşkencekirin