Rojava news: Hêzên pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê îro bi hêza xwe ya topxaneyê, li eniya şer a li Başîkê êrişê çekdarên DAIŞê kir.
Fermandeyê Fermandeyiya Helgurd a Hêza Pêşmerge lîwa Mûsa Gerdî ragihandiye, êvariya îro hêzên pêşmerge êrişî çekdarên DAIŞê kir û li eniya Başîkê li deşta Musilê kir û navend û baregehên wan da ber topan.
Li gor daxuyaniya wî fermandeyê hêza pêşmerge, di encama topbarana hêzên pêşmerge de 2 çekdarên DAIŞê bi navên Ehmed Ebdullah Sawe û Sahir Ebû Osman hatin kuştin û bi dehan çekdarên din jî birîndar bûn.
Lîwa Mûsa Gerdî herwiha got: “Ji ber ku agir bi cihên DAIŞê ket, hemû bombeyên ku wan ji tirsa hêzên pêşmerge ji bo teqînan amade kiribûn, teqiyan û bi teqîna wan bombeyan gellek zirar gihîşt çekdarên DAIŞê.”
