Asayişa PYDê 2 kadroyên PDK-Sê serbest berda

Asayişa PYDê 2 kadroyên PDK-Sê serbest berda

RojavaNews : Asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê 2 kadroyên PDK-Sê li bajarokê Tirbe Spiyê serbest berda.

Duh, 14-6-2015an Asayişa Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê 2 kadroyên Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê li bajarokê Tirbe Spiyê yên bi navê Fêsel Mihemed ku endamê Komîteya Herêmî ye û endamê Komîteya Xwecihî Mihemed Emîn Hisên ji girtîgehên xwe serbest berda.

Asayişa  PYDê di 12 vê mehê de êrîşî gundê Dêrîna Qulingan yê ser bi bajarokê Tirbe Spiyê kir û di encam de her du kadroyên PDK-Sê (Fêsel Mihemed û Mihemed Emîn Hisên) girtibûn.