Bombeyek li Kobanî teqiya

Bombeyek li Kobanî teqiya

RojavaNews :  Li Kobanî, di encama teqîna bombeyekê de 2 karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.

 

Duh,  li eniya rojhilatê Kobanî, bombeyek ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû danîn, bi ambulansekê teqiya.

 

di bûyerê de  2 karmendên tenduristiyê yên bi navê Zozan Mehmûd û Munaf Hesen jiyana xwe ji dest dan û çend karmendên din jî birîndar bûn.