RojavaNews : Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê dê sibe roja sêşemê kongreya xwe ya sêyemîn lidar bixe.
Endamekî Emîndariya Giştî ya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê ji malpera Pdk-s re ragihand ku dê sibe roja sêşemê kongreya xwe ya sêyemîn li bajarê Qamişlo lidar bixe.
Berya niha endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê “Ismaîl Hemê” ji malpera "Pdk-s "got:” Sedemên lipaşxistina kongreya sêyemîn ya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê têknîkî bûn, ji ber ku hin sekretêrên partiyên encumenê li kongreya Qahîra amade bûn.”
Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê 11ê vê mehê dema kongreya xwe ya sêyemîn destnîşankiribû, lê hate lipaşxistin.”
Sîpan
