Rojava News: Çavkaniyek meydanî ji parêzgeha Kerkûkê ragihand ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî duh êvarî 14 Hizêranê kombûnek çekdarên DAIŞê li başûrî Kerkûkê bordûman kirin û bi vê sedemê 40 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku nexwest navê wî bê eşkere kirin ragihand ku: “Bêhtir ji 40 çekdarên DAIŞê di encama bordûmana firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî de li ser kombûnek çekdarên DAIŞê ku ew li nahiyeya Zab ser qezaya Hewîca li başûrê Kerkûkê birêve dibirin, hatin kuştin.”
Herwiha wê çavkaniyê tekez kir ku: “9 otombîlên leşkerî yên DAIŞê jî hatin rûxandin.”
