Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê

Serok Barzanî vegeriya Kurdistanê

Rojava News : Li gor mlapera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro 16ê Hezîranê, Serok Barzanî û şanda ligel dawî bi seradan xwe ya fermî bo dewleta Îmarata Erebî ya Hevgirtî anî û gehişte Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Serok Barzanî destpêka vê heftiyê li ser vexwendineke fermî serdana welatê Kuwêt kiribû û li ligel mîr Kuwêtê û berpirsên pilebilind civiya bû.

Piştî bidawîhatina serdana Kuwêtê, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ligel berê xwe dabûn Îmrata Erebî ya Hevgirtî, îro jî vegeriyan Kurdistanê.

Di gotûbêjên ligel rayedarên her du welatên erebî de, Serok Barzanî behsa pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraq û navçeyê, herwiha rewşa penaber û derbideran li Herêma Kurdistanê û çawaniya alîkarîkirina wan kiribû.

Şanda ligel Serok Barzanî di her du serdana de pêkdihat ji: Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Selahedîn Babekir Wezîrê Karebaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek şêwirmend din.