Çavên penaberên Girê Spî li rêya vegerê ye

Çavên penaberên Girê Spî li rêya vegerê ye

Rojava News: Dema ku DAIŞê di Çileya sala 2014 de dest danîbû ser bajarê Girê Spî û navçeyên derdora, bi 10 hezaran kes, bi taybet kurd ji ber gefên DAIŞê reviyan.

 

Gelek ji wan penaberan berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

 

Niha jî ku Girê Spî ji aliyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatiye kontrolkirin, çavê xelkê wî bajarê Rojavayê Kurdistanê, li rêya vegerê ye.

 

Bajarê Girê Spî ser bi parêzgeha Reqayê ve ye û tê de kurd, ereb û hejmarek biçûk a tirkmanan dijîn.

 

Girê Spî ku navê wê yê resen Kaniya Xezalan e, ji herdu nahiyeyên Bozana ku jê re dibêjin Eyn Îsa û Sê Lûke ku navê wê kirine Silûk pêk tê. Ji koma nêzîkî 200 gundan, nêzîkî 90 gundên Girê Spî yên Kurdane.