Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê azadkirina bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê wek nûçeyeke xweş e bo hemû xelkê Kurdistanê bi nav dike û destxweşiyê li şervanên Girê Spî dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Azadkirina bajarokê Girê Spî ji bin destê terorîstên DAIŞê nûçeyeke xweş e ji bo hemû xelkê Kurdistan û azadîxwazên cîhanê.”
Daxuyaniya ku li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin wiha got: “Ew serkeftin derbeyeke bi bandor e li ser terorîstên DAIŞê û dijminên mirovayetiyê.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha domand: “Em destxweşiyê li şervanan û wan hemû hêzan din dikin ku di azadkirina Girê Spî de beşdar bûne. Herwiha spasî hêzên hevpeymaniya navdewletî jî dikin ku rolekî bi bandor di lêdan û şikandina terorîstên li Rojavayê Kurdistanê de dîtine. “
Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha got: “Bi vê helkeftê em pîrozbahiyê li gelên Sûriyê û bi taybetî li gelê kurd li wî welatî dikin. Em hêvîdar in ew navçeyên hêj di bin desthilata terorîstan de mane bi zûtirîn dem bêne azad kirin.”
Duhî hêza YPGê û hêzên din ên Volkana Feratê ji herêma Kobanî û şervanên kurd ji herêma Cizîrê êrişî Girê Spî kirin û karîn wî bajarojî bi temamî kontrol bikin.
