DAIŞ 70 K.m ji Kerkûkê hatiye dûrxistin

DAIŞ 70 K.m ji Kerkûkê hatiye dûrxistin

Rojava News: Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku, metirsiya DAIŞê li ser Kerkûkê nemaye ji ber ku bi dirêjahiya “70 K.M” ji derdora bajêr hatiye dûrxistin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniy Keliha Rojhilat a Kerkûkê, Hisên Yezdanpena ji malpera KDP.info re ragihand ku, heta niha rûbereke berfire a Kerkûkê ji çekdarên DAIŞê hatiye paqijkirin “Pêşmerge li ser lêdana DAIŞê berdewamin û çekdar jî her direvin.”

Hisên Yezdanpena tekez kir jî ku, niha karîna êrîşkirinê li cem DAIŞê nemaye û ji ber derbeyên Pêşmergeyan jî berdewam direvin.

Navborî amaje kir ku, ji raste ji aliyê siyasî ve DAIŞ rûbirûyê şikestinê hat, lê eger em ji aliyê leşkerî ve bîr bikin, her demekê derfet ji wan re hebê dê êrîş bikin.

Yezdanpena ragihand jî ku, berya niha DAIŞ 30 K.M ji Kerkûkê dûr bû, lê niha 70 K.M hatiye dûrxistin.