Rojava News: Bi helekefta hatina meha Remezanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ew meha pîroz li misilmanên cîhan û Kurdistanê pîroz kir.
Naveroka peyama Serok Barzanî
Bi helekfta hatina meha pîroz a Remezanê, germtirîn pîrozbahî li tevaya mislimanên cîhanê bigişît û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim ku hatina meha tev bereket û rehemet a Remezanê bibe haveynê bidawîhatina nexweşiyê kawilkariyê û hatina xêr û xweşî û aramiya zêdetir bo gelê Kurdistanê û derbasbûna gelê Iraqê ji meynetî û nexweşiyê û belavbûna atşî û pêkvejiyan û aûsdeyiyê bo hemû mirovatiyê.
Bila meha bîroz a Remezanê bikin derfetek bo alîkarî û aştî û lêborînê ku peyama serekî ya ola pîroz a islamê ye.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
18.06.2015
