Gundewarê rojavayê Girê Sipî bi temamî hat rizgar kirin

Gundewarê rojavayê Girê Sipî bi temamî hat rizgar kirin

 

Rojava News: Şervanên Kurd piştî çend rojan ji şerekî giran gundewarê rojavayê bajarê Girê Sipî bi temamî ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin, niha jî şer û pevçûn li Bajarokê Ên Îsa berdewame.

 

Li gor Çavkaniyên leşkerî; , Şervanên Kurd û alîgirên wan Îro 18 Hizêranê gundên (Elyabisa, Til Fender, Sewan, Bîr Etwan, Yarqo, Sûsik, Girê Sor û Kendal) û bi dehan gundikên din di navbera Kobanê û Girê Sipî de bi temamî rizgar kirin.

 

Herwiha wan çavkaniyên leşkerî tekez kirin ku bi dehan terên çekdarên DAIŞê û qaseyên mezin ji çek û teqemeniyan li ser erdê li piş çekdarên DAIŞê mane.

 

Ji aliyekî din ve şer û pevçûnên kolan bi kolan carek din di navbera şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê li bajarokê Ên Îsa destpêkir.

 

Çavkaniyan ji Ên Îsa ji BasNews re ragihandin ku Enbarên rojava û rojhilatê bajarok di bin kontirola Şervanên Kurd dene lê navenda bajarokê Ên Îsa carê dikeve bin destê aliyekî de.