Brîtanya pesnê biwêrî û qehremaniya Pêşmergayan dide

Brîtanya pesnê biwêrî û qehremaniya Pêşmergayan dide

Rojava News: Şandeyê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanya amaje bi qehremaniya Pêşmergeyan dike û dobêje ku “Pêşmerge biwêrane rûbirûyê hvîtirîn grûpa terorîstî li cîhanê dibin” Serokwezîr Barzanî jî hêviya berdewamiya wî welatî di alîkarîkirina Pêşmergeyan de dike.

 

Îro Pêncşemê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Şandeyê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanya bo Karûbarên Asayişê li Herêma Kurdistanê (Tom Beckett) û şanda ligel kir û rewşa navçeyê, pêşhatên dawî yê şerê li dijî DAIŞê û çend pirsên taybet bi perwerdekirina Pêşmerge gotûbêj kirin.

 

Tom Beckett spasiya Serokwezîr Barzanî li ser vê hevdîtinê kir û got: “Pêşmerge karîne biwêrane rûbirûyê hovîtirîn grûpa terorîstî li cîhanê bibin û hemû netewe û olan bêyî cudahî biparêzin” û spasiya qehremaniya Pêşmergayn kir.

 

Navborî amaje kir ku, karên perwerdekirina Pêşmergeyan li navendên taybet bibaşî birêve diçin û pêşkeşkirina alîkariyan ji aliyê Brîtanya ve bo Herêma Kurdistanê bi pêwîstî da zanîn.

 

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya wê serdana şanda mêvan kir û got ku, Brîtanya ji welatên yekem bû yên ku alîkariya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kiribû, herwiha spasiya wî welatî kir.

 

Serokwezîr Barzanî hêvî xwest jî ku, Brîtanya li ser karê perwerdekirina Pêşmergeyan “niha û paşerojê jî” berdewam be. Herwiha amaje bi hevahengiya di anvebra Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî de kir û hêviya berdewamiya wê heahengî xwest.