Rojhilat - Girtiyekî kurd ev 22 roj in di gireva birçîbûnê de ye

Rojhilat - Girtiyekî kurd ev 22 roj in di gireva birçîbûnê de ye

Rojava News: Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd ev 22 roj in di gireva birçîbûnê de ye. Rayedarên girtîgehê jî dibêjin, heta ew gireva xwe bidawî neke em tiştekî jê re nakin.

 

Girtiyê siyasî yê kurd ê bi navê Elî Riza Resûlî, ku ji havîna 2012ê ve ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye girtin, çend roj berê li dijî zor û zexta rayedarên girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê kir.

 

Gireva birçîbûnê ya Resûlî îro ket roja 22emîn. Tê gotin rewşa tenduristiya wî girtiyê kurd her ku diçe xirabtir dibe.

 

Elî Riza Resûlî çend roj beriya niha piştî ku daxwaza rayedarên girtîgehê ji bo bidawîanîna girevê red kir, bo hucreya takekesî hatibû veguhestin, ji wê demê ve êdî av û tiştên avekî jî venaxwe.

 

Li gorî saziyên mafên mirov ên Kurdistanê, sê roj berê rewşa tenduristiya Resûlî pir xirab bû û heta niha jî ti çare û nojdareiyek jê re nehatiye kirin.

 

Hat zanîn ku rayedarên girtîgehê jê re gotine, heta ew gireva xwe bidawî neke ti daxwaziyeke wî nayê qebûlkirin.

 

Elî Riza Resûlî, havîna 2012ê li bajarê Mehabadê bi hêceta ku li dijî rêjîma îslamî kar kiriye û her wiha endamê PJAKê bûye, hatibû girtin. Tohmeta wî ya endamtiya PJAKê hatibû pûçkirin lê ji ber tohmetên din bi 3.5 sal zîndan hatibû mehkûmkirin.

 

Resûlî destpêkê biribûn Ormiyê dîsa vegerandibûn Mehabadê