Rojava News: Li bajarê Qamişlo, di encama teqîneke xwekujî de 2 karmendên asayişê şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.
Serê sibeha îro, 21ê Hezîranê, xwekujekî ku kemereke bombekirî li xwe kiribû êrîşî navenda asayişa bajarê Qamişloya kir.
Li gor daxuyaniya ku asayişa Qamişlo derbarê bûyerê de belavkiriye “Wî xwekujî destpêkê bi guleyan êrîşî zêrevanê ber deriyê navendê kiriye, di encam de zêrevanê bi navê Ibrahîm Resûl şehîd bû, piştire xwekuj derbasî nava avahiyê bû û xwe teqand.”
Derbarê ziyanên ku ji encama teqînê de ketine, di daxuyaniyê de hatiye ku “2 endamê asayîşê şehît ketin, 4 endamên asayişê bi sivikî birîndar bûne.”
Navenda asayişa Qamişlo dikeve ser cadeya Wihde li navenda bajêr.
