Rojava News: Di encama teqîna bombeke vedayî de, fermandarekî Hêzên Pêşmerge bi pileya muqedem, şehîd bû.
Muqedem Bekir Xidir di encama teqîna bombeke vedayî de şehîd bû, herwiha efserekî Pêşmerge jî birîndar bû.”
Bombe di demekê de teqiya ku ew fermandar û çend efser û pêşmergeyên din li nêzîkî pira Zerge (35 km dûrî bajarokê Xurmatû) mijûlî pûçkirina bombeyan vedayî bûn.
Muqedem Bekir Xidir li gundê Girtik yê ser bi nahyeya Sengeser ya parêzgeha Silêmaniyê û niha mala wî li nahyeya Haciyawe ya ser bi îdareya Raperîn e.
