Penaberên Kobanî nikarin vegerin malên xwe

Penaberên Kobanî nikarin vegerin malên xwe

Rojava News: Penaberên Kobanî yên ku ji ber şerê DAIŞê reviyabûn bajarê Dêrikê, nikarin vegerin bajarê xwe.

 

Li bajarê Dêrikê nêzîkî 250 malbatên Kobanî hene ku ji ber şerê DAIŞê reviyabûn wî bajarî.

 

Piştî ku deriyê navbera Kobanî û Cizîrê hat vekirin, wan malbatan xwe ji vegerê re amade kirine lê ji ber bihabûna kiriya veguhestinê û têkçûna xanî û malên xwe, nikarin vegerin.

 

Hinek ji wan dibêjin, xanî û malên me di şer de wêran bûne her wiha li Kobanî mercên jiyanê zehmet e ji ber wê jî em nikarin vegerin…

 

Hinek ji wan jî banga alîkariyê ji hêz û partiyên siyasî dikin ku wan vegerînin Kobanî…