Girê Spî- Çekdarekî DAIŞê xwe di nav hêzên Volkana Feratê de teqand

Girê Spî- Çekdarekî DAIŞê xwe di nav hêzên Volkana Feratê de teqand

Rojava News: Di encama êrişeke xwekujî de li başûrê Girê Spî, şervanekî Volkana Feratê şehîd bû û 3 şervan jî birîndar bûn. Her wiha 5 gundên din ên Girê Spî ji DAIŞê hatin standin.

 

Berdevkê hêzên Volkana Feratê, Şervan Derwîş ragihand ku hêzên wan ji aliyê rojava û bakur de û hêzên YPGê jî ji hêla rojhilat ve ber bi bajarokê Eyn Îsa yê girêdayî Girê Spî pêşde diçin.

 

Şervan Derwîş herwiha got, niha hêzên me li aliyê rojava û bakur nêzîkî 6 kîlometran û hêzên YPGê jî li rojhilat nêzîkî 10 kîlometran dûrî bajarokê Eyn Îsa ne.

 

Derwîş aşkere kir ku hêzên wan şeva borî 5 gundên din li aliyên rojava û bakurê Eyn Îsa ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

 

Berdevkê Volkana Feratê herwiha da zanîn,, duh çekdarekî DAIŞê xwe li rêbendeke hêzên wan li başûrê Girê Spî teqand ku di encamê de şervanekî wan şehîd bû û 3 şervanên wan birîndar bûn.