RojavaNews : Hêzên pêşmerge û balefirên hevpeymanan çek û cebelxaneya terorîstan li Rojavayê Dîcleyê ji nav birin.
Di vê derbarê de jêderekî leşkerî eşkere kir ku duh hêzên pêşmerge û balafirên hevpeymanan li Rojavayê mihwera Dîcleyê de êrîşî ser cêyên çek û cebelxaneyên terorîstên DAIŞê kirine.
Ew jêderê eşkere kir ku ev êrîş li gundê Aşiq ya li Rojavayê Dîcleyê de pêk hatiye û di encama wê êrîşa de hijmareke zêde ji çekên giran yên terorîstan û çend cebelxaneyên terorîstan jî bi temamî hatin jinav birin û bi dehan terorîst jî hatine kuştin.
