Li Hesekê êrîşek bombeyî ru da

Li Hesekê êrîşek bombeyî ru da

Rojava News: Li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê, li nêzî çerxerêya Sînalko teqîn pêk hat. Di encama teqînêde sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.

 

Teqîn vê êvarê saet 18.50’an de pêk hat. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê bi dest xistine, kamyonek bomberkirî li pişt avahiya Asayîşa Taxa Til Hecer a li nêzî Çerxerêya Sînalko, li ber dîwarê hewşa Asayîşê hate teqandin.

 

Di encama teqînê de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Her wiha avahiya kargeha gazozan a li cihê teqînê jî hilweşiya. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

 

Li cihê teqînê lêkolîn hatin destpêkirin.

 

Di heman kêliyan de li taxa Neşwa ku di bin kontrola hêzên rejîmê de ye jî, teqînek pêk hat. Lê derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.