Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike

Rojava News: Ev 2 roj in ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarokê Girê Spî û bajarê Kobanî yên Rojavayê Kurditanê alîkariyan belav dike.

 Piştî derxistina DAIŞê ji Girê Spî û vebûna rêya di navbera herdu herêmên Cizîr û Kobanî re, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwanekî alîkariyan bi rêya bejayî re gihande Girê Spî û Kobanî.

 

Ew alîkariyên ku ji 110 ton pêdiviyên xwarinê û 200 hezar lîtir sûtemenî pêk dihatin, bi deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn û ev 2 rojbûn dezgehê ew alîkarî li Girê Spî û Kobanî belav dikirin.

 

Piştî kontrolkirina Girê Spî ji aliyê hêzên kurdî û hêzên Volkana Ferat ve, ev cara yekemîn e ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan dighîne Girê Spî.

 

Herwiha cara yekemîn e ku Dezgeha Barzanî di rêya Rojavayê Kurdistanê re alîkariya digihîne Kobanî.

 

Di dema borî de jî 5 caran, dezgehê bi rêya Bakurê Kurdistanê re alîkarî gihandibûn xelkê Kobanî.