“Nêrîneke yekgirtî li Amerîkayê bo piştevaniya Pêşmerge heye”

“Nêrîneke yekgirtî li Amerîkayê bo piştevaniya Pêşmerge heye”

Rojava news: Balyozê Amerîka li Iraqê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragihand ku, li Amerîkayê nêrîneke tevahî û yekgirtî di piştevanîkirina Hêzê Pêşmerge de heye.

 

Îro li Hewlêr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Stuart Jones û şanda ligel wî kir, ku ji Konsolê Amerîka li Hewlêr Joseph Pennington û hejmarek ji berpirsên pilebilind ên leşkerî yên artêşa Amerîka pêk hatibûn.

 

 

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, dê wê hevdîtinê de rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê û şerê li dijî terorîstan û azadkirina bajarê Musilê gotûbêj kirin.

 

Herwiha herdu aliyan ronahî xistin ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa xerab a koçberên parêzgeha Enbarê.

 

 

Her di vê hevdîtinê de şanda mêvan ew yek ji Barzanî re ragihand ku li Amerîka nêrîneke tevahî û yekgirtî li piştevanîkirina Hêzên Pêşmerge heye.

 

Herwiha tekez jî kir ku hevkariyên artêşa Amerîka ji bo Hêzên Pêşmerge dê berdewam dibe û hevahengiya di navbera hêzên Amerîka û Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de berfirehtir bibe.