DAIŞ li derdora Reqayê xendeqan dikole

DAIŞ li derdora Reqayê xendeqan dikole

Rojava News: Rêkxistina DAIŞê xendeqan li derdora bajarê Reqayê lêdide û êdî malbatên çekdarên xwe yên biyanî jî vediguhêze navçeyên girêdayî parêzgeha Helebê.

 Piştî ku bajarokê Eyn Îsa û gellek gundên wê ji aliyê hêzên Kurd û Volkana Feratê ve hatin kontrolkirin, çekdarên DAIŞê xetên bergiriya xwe li bajarê Reqayê bihêztir dikin.

Li gor hatiye zanîn; çekdarên DAIŞê dest bi kolandina xendeqan li derdora bajarê Reqayê kirine.

 

Li aliyê din, hat gotin ku rêkxistina DAIŞê malbatên çekdarên xwe yên li nav bajarê Reqayê vediguhêze parêzgeha Helebê.

 

Roja sêşemê (duh) jî piştî ku bajarokê Eyn Îsa, ku nêzîkî 50 kîlometran li Reqayê dûr e û dikeve bakurê wî bajarî, ket bin kontrola hêzên kurd û Volka Feratê, çekdarên DAIŞê mohleta 24 saetan dan kurdên Reqayê ji bo ku ji bajêr derkevin.

 

Wezareta Bergiriyê ya Amerîka (Pentagon) jî duh ragihand ku balafirên hevpeymaniyê 3 êrişên ezmanî li nêzîkî bajarokê Eyn Îsa pêk anîne.

 

Bajarê Reqayê yê Sûriyê, par havînê ketibû destê DAIŞê û ji aliyê wê rêxistinê ve wek “paytexta wîlayeta Reqayê ya xilafeta îslamî” tê nasîn.