DAIŞê careke din derbasî Kobanî bû

DAIŞê careke din derbasî Kobanî bû

RojavaNews :Girûpek çekdarên DAIŞê demjêmir 4 sibehê derbasî nava bajarê Kobanî bû.

 

Jêderkî taypet ji RojavaNews re got ku ew girûpa çekdar cilê YPG baskê leşkerî yê PYD li wan bûn û di dema derbasbûna wan de du otomobîlên bombekirî nêzîkî dergehê sînorî yê Murşid Pînarê ya di navbera rojava û Bakurê Kurdistanê de teqandin.


Ew jêder tekez kir ku heta niha 4 teqîn di nava bajêr de rûda ye û di encam de herî kim 15 kes şehîd bûn ku termê wan li cadeyan avêtîne û 40 kesên din jî birîndar bûn e.

 

Hat zanîn ku xelkê Kobanî careke din koçberî bakûrê Kurdistanê dibin.

Nalîn Hesen