Li Kobanê 60-70 kes birîndar hene

Li Kobanê 60-70 kes birîndar hene

RojavaNews : Çekdarên DAIŞê ji çar navçeyên sînorî yê ligel Tirkiyê, êrîşî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dikin, hejmareke zêde ji welatiyên sivîl kuştî û birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, ji ser sibeha îro Pêcşemê ve, çekdarên DAIŞê otombîleke bombekirî li ser deriyê sînorî yê navbera Kobanê û Tirkiyê (Murşitpinarê) teqnadin û piştire êrîşî nava bajêr kirine.

Çekdar bi çar otombîlên ku alên YPG li ser bilindkiribûn û bi cilên  YPG baskê leşkerî ye PYD derbasî nava bajêr bûn û gule berdane welatiyên sivîl, di encam de bi dehan welatî hatine kuştin û birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, Welat Omer ku pizîşke li nava Kobanê ji Reutersê re ragihandiye ku “60-70” welatiyên sivîl bi guleyên DAIŞê birîndar bûn, heta niha jî Tirkiyê rê li pêş derbaskirina wan welatiyn bo Bakurê Kurdistanê nedaye.

Heta niha çekdarên DAIŞê ti navçeya Kobanê negirtine, tenê ketine çend avahiyan de.